Eşq

49 4 0
                                    

Eşq bu mirovahi li Cudi belavbu
Li Cizire Mem xiste zindana
Zin kir  xwediye êş û derda
Li Sipane bu neçir li çaven Siyabenda
Xece nikaribû  xilaskira bi werisi û benda
Wekî çemê muradê li çiyayê ya derbas dibu berfin û Nergiza
Li deştê dibu gul û kulilka
Xemla wi ji boy çiyayê Kurdika
Li Amedê wargeha wi dibu mizgefta mezin
merdinê stargeha wi dibu dêra suryaniyan
Dersimê dibu duzgun baba
Musilê dibu çemê firatê ji sebai mendai ya
Êzidiyên ra dibu çiyayê Şengalê
Birayê Zerdeşt re agirê
Kurdistanê dibu azadî
Somaliya çenge kî avê
sibirya yê dibu germahiya tavê
tariyê da dibu sterk û heyvê
Nedigeşt behra dibu derya weki gola Wanê
Diaye şêx û muridanê
Blura deve şivanê
Bê ahenga dengbejanê
Qebe qebê kewanê
Ji straneki pekîyayê
Di helbestên da teqîyayê
Ji kirê dibe derd ji kirê dibe Mirazê
Ki dixwaze dawiya kes naxwaze
Mirine ji boy teyre baze
Zu dişkê pir bi Naze
Jê têr nabê dil
Tim dixwaze çav
Nawestê ewr
Bila hebe hêta dawiya emr
Li ser gora xatir xwestini
Di  biraninada xemgini
Herdem çaven bi hesira dixemili
Eşqê bi hezkirina av bide
Bila wi wesiyeta bigehêjê hemu cîhanê









BêwarHikayelerin yaşadığı yer. Şimdi keşfedin