Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet ketibû bin destê miletên din. Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji hebûna xwe bê xeber, di bin nîrê miletên serdest de herî belengaztir dibû. Lê miletê ji her tiştî bê hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya.
Rojekê, pîrek ji nav wê miletê bidest rabû. Pîr li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wê vebû. Kal rabû, elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Ew pîrê li xelkê xwe pend û şîret dikir û digot:
- Zarokno, li zimanê xwe miqate bin, hêl pê bigirin, fêrê xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanibin. Miletekî dîl ye ku zimanê xwe winda nekiriye dimîne wê hepsiyê ku mifta zindana wê di destê wê de ye.
Belê zimanê we hebûna we ye. Hûn bi tenê bi zimanê xwe ji miletên din tenê ferq bikin, rojek hûnê xêra wê ji hêsîriyê xelas bibin. Milet jî ya pîr kir, fêrê xwendin û nivîsandinê bû. Xêra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi hebûna xwe hesiya.
Belê milet zanî ku heta hingê di zindana nezaniyêya tarî de pûyan dibû. Çira zanînê dora milet bi ronî kir. Milet her tişt dîtin.
Zorkeran di tariyê de li wê dixistin, milet çi ne didît... Lê gava zanînê hawir bi ronî kir, milet çoyê zilmê di ser xwe re dît, wê girt û şikand; berê xwe da deriyê zindanê û jê derket. Ji ber ku, herwekî pîr goti bû, mifte pê re bû.
Weylo ji wê miletê re ku zimanê xwe winda kiriye...
Herekol Azîzan
Ronahî, Hejmar: 28
1945 Adar
YOU ARE READING
Çîrokên Kurmancî
Historical FictionÇîrokên bi zimanê Kurdî ji bo zarokan û kesên ku hîn zaroktiya xwe nejiye :)