Occo Mahabad
6 stories
Şa be by occomahabad
occomahabad
  • WpView
    Reads 47
  • WpVote
    Votes 5
  • WpPart
    Parts 1
Şa be... Ez li nava evîneke bêçare mame şa be şa be te ez kirime xulamê çav û mijangên xwe qet nebe lêvên xwe yên zalim bîne qet nebe lêvên xwe yên agir û pizot bide ez gez bikim ez sor bikim wekî du ewrên hesretkêş em hev maç bikin em hev hembêz bikin wekî Adem û Hewayê sêvên qedexekirî bixwin bikevin gunehên kûr û bêdawî Bi gunehên cehenemî em hev biafirînin hev nas bikin hev bibînin Netirse Lêvên xwe bîne dibe ku em werin lenetkirin dibe ku em werin qewirandin û şewitandin ez razî me tu bi tenê lêvên xwe bide... Occo MAHABAD
Helbestên Dînik  by occomahabad
occomahabad
  • WpView
    Reads 59
  • WpVote
    Votes 2
  • WpPart
    Parts 1
helbestên dînik... bedena wê ya spî û spî wekî şîrê spî, bêhna xwe ya beybûnî belav dikir cegera min min diheland min perîşan dikir... ceger diteqiya, di mêrga odeyê de mehîna min heyfa rojên tenê heyfa rojên bêkes distand kulîlkên qedexe bêhn dikir bi ava kaniya min tenêtiya xwe dişuşt, guneh qedeh bi qedeh dihate rijandin gunehkarî bêxem bêxem dihate jiyîn di navbera me de bi tenê tazîtî û eşq... min didît ku hevşabûnên dînik di bedena wê de dibûn helbestên dînik min dinivîsand wê dixwend... Helbest:Occo Mahabad
Ev bû  by occomahabad
occomahabad
  • WpView
    Reads 24
  • WpVote
    Votes 0
  • WpPart
    Parts 1
Ev bû... Bajarekî şewitandî Mirovên kuştî Der û dorên bombekirî Evînên qedexekirî Ev bû jiyana min Ji ber hezkirinekê Min dikirin Îsa Dihatim kevirkirin Li nava meydanê dadiliqandin Bi gunehên hezar salan dihatim sûcdarkirin Ji ber sewdayekê Li nava meydanê dihatim şewitandin Civatek bi kuştina min xwe paqij dikir... Helbest:Occo Mahabad
Ez dimirim... tu dimirî ... by occomahabad
occomahabad
  • WpView
    Reads 56
  • WpVote
    Votes 2
  • WpPart
    Parts 1
Ez dimirim... tu dimirî... zimanê min di kolanên taxên te de bi sloganan diqîre, dikene îşev jan dide tenêtî harbûn hemû melodiyan dikuje kuştin bixwe jî tê kuştin destên min di bihuşta te de stranên koçkirî distrên dema dînbûnê hatiye îşev êş xeyidiye bextewarî bûye çivîkek di asîmanên te de difire dengê bilûrekê berdûşt tov bi tov gunehan belav dike navê şermê hatiye jibîrkirin şerm xeyidiye di stêrkên porên te de bêhna bedena xwe dibînim ez wekî penaberekî dixwazim di axên te de hêlînek ava bikim tu di nava ax û feryadan de xwe davêjî li ber peravên min perav dibe şil perav diweste baranek dibare dilop bi dilop bi ax û nalînan naxwazim xwe rizgar bikim ji kolanên te yên şewitî ji taxên te yên germik niha nameyeke sêwî û windabûyî di paşila te de li ramûsanên xwe digere paşil bûye şil şil bûye derman îşev pîroziya şewatê kul û xeman dikuje bayê evîna te şewata dilê min mezin dike nivîn dişewite bihûşta te dişewite ez dimirim... tu dimirî... Occo Mahabad
Li cihê ku ez hatim  by occomahabad
occomahabad
  • WpView
    Reads 74
  • WpVote
    Votes 7
  • WpPart
    Parts 1
li cihê ku ez hatim jin dihatin tazîkirin ne bi destên evîndaran bi destên esker û polêsan êşkence û êş hebû... li cihê ku ez hatim mêr dihatin kuştin ne bi maç û awiran bi çek û bombeyan şer û mirin hebû... li cihê ku ez hatim zarok digiriyan dayik ditirsiyan gola xwînê bû erd û ezman zilm û zordarî hebû... li cihê ku ez hatim dar dihatin şewitandin kulîlk dihatin gullekirin av dihatin herimandin hawar û qêrîn hebû... li cihê ku ez hatim dost û yar can û canan mêrxas û egîd hebûn niha li ser nexşeyê noqteyeke veşartî û biçûk e kesek nizane bê war û mal bi êşên xwe ve birîndar û wenda ye... Occo MAHABAD
Ka Guhdarî Bike  by occomahabad
occomahabad
  • WpView
    Reads 104
  • WpVote
    Votes 3
  • WpPart
    Parts 1
Ka Guhdarî Bike birînê birînê ev jî çîroka min e ka guhdarî bike ka lê binêre me çi êş kişandine bavê min hat kuştin di hewşa mala me de bi heftê gulleyan ji aliyê heft kesan ve bêhna cesedê wî hê jî di hewşa mala me de digere... gotin ku:birakujî ye... birînê birînê ka guhdarî bike birayê min ê biçûk li çiyê hat kuştin bi heftê gulleyan ji aliyê heftê kesan ve li ser cesedê wî nivîsandibû "ez bi azad nejiyam lê ez ê bi azad bimirim"... bêhna cesedê wî hê jî derdora gundê me de digere... birînê birînê ka guhdarî bike bi heft rojan ji aliyê heft kesan ve êşkence li min hat kirin di bedena min de hê jî şopên destên wan hene... birînê birînê em birîndar in.... wekî te wekî herkesî... Occo Mahabad