Ez dimirim... tu dimirî... zimanê min di kolanên taxên te de bi sloganan diqîre, dikene îşev jan dide tenêtî harbûn hemû melodiyan dikuje kuştin bixwe jî tê kuştin destên min di bihuşta te de stranên koçkirî distrên dema dînbûnê hatiye îşev êş xeyidiye bextewarî bûye çivîkek di asîmanên te de difire dengê bilûrekê berdûşt tov bi tov gunehan belav dike navê şermê hatiye jibîrkirin şerm xeyidiye di stêrkên porên te de bêhna bedena xwe dibînim ez wekî penaberekî dixwazim di axên te de hêlînek ava bikim tu di nava ax û feryadan de xwe davêjî li ber peravên min perav dibe şil perav diweste baranek dibare dilop bi dilop bi ax û nalînan naxwazim xwe rizgar bikim ji kolanên te yên şewitî ji taxên te yên germik niha nameyeke sêwî û windabûyî di paşila te de li ramûsanên xwe digere paşil bûye şil şil bûye derman îşev pîroziya şewatê kul û xeman dikuje bayê evîna te şewata dilê min mezin dike nivîn dişewite bihûşta te dişewite ez dimirim... tu dimirî... Occo MahabadAll Rights Reserved