li cihê ku ez hatim jin dihatin tazîkirin ne bi destên evîndaran bi destên esker û polêsan êşkence û êş hebû... li cihê ku ez hatim mêr dihatin kuştin ne bi maç û awiran bi çek û bombeyan şer û mirin hebû... li cihê ku ez hatim zarok digiriyan dayik ditirsiyan gola xwînê bû erd û ezman zilm û zordarî hebû... li cihê ku ez hatim dar dihatin şewitandin kulîlk dihatin gullekirin av dihatin herimandin hawar û qêrîn hebû... li cihê ku ez hatim dost û yar can û canan mêrxas û egîd hebûn niha li ser nexşeyê noqteyeke veşartî û biçûk e kesek nizane bê war û mal bi êşên xwe ve birîndar û wenda ye... Occo MAHABADAll Rights Reserved