We've updated our Content Guidelines.
Review the latest guidelines to keep sharing stories safely.
Mîlîtanek hat kuştin

Mîlîtanek hat kuştin

  • WpView
    Reads 64
  • WpVote
    Votes 4
  • WpPart
    Parts 1
WpMetadataReadOngoing
WpMetadataNoticeLast published Sat, Nov 26, 2016
WpInfo
Poetry
Mîlîtanek hat kuştin... Eyy çiyano Eyy bajarno Mîlîtanek hat kuştin ber şevê Kolan bêdeng Erd sar bû Kulîlkek giriya Dayikek qêriya Xwîn diherikî axê Ax ji axiya xwe Ewr ji ewriya xwe fedî dikir Eyy birano Eyy xwişkno Ew mîlîtan birayê min bû Bavê çar zarokan Mêrê jinekê qedirbilind Şervanê gelekî bindest.. Ax birayo birayo Birayê min ê biçûk Birayê min ê azadîperest Birayê min ê welatparêz Çawa canê te êşandine Çawa dilê te kêr kirine Çawa laşê te perçiqandine Ax birayo birayo Ax mîlîtano mîlîtano Bila çavên neyaran kor bin Bila mala neyaran bişewitin Çawa tu kuştine... Tu çûyî Nema Tehma nên Siya darê Xuşexuşa avê Bax û baxçe Zevî û westan Gund û war Neman birako neman... Tu çûyî Çiqas îxanet rûyê me reş Çiqas qehremanî rûyê me geş kirin Tu çûyî Çiqas dem û demsal Çiqas şivan, berx, gur, kûçik, çeqal derbas bûn Nizanim... Birako piştî te Çend zarok bûn bûk û zava Çend mal û milk hatin wêrankirin Çend xewn û xeyal Çend mirin û jiyîn hatin dîtin Çend stêrk şemitîn Çend êş û birîn di dilê me de teqiyan Nizanim... Tu çûyî Diya min reş girê da çil roj Rûyê xwe çirand Giriya, Qêriya Dîsa giriya Dîsa qêriya Nifir, sixêf kirin Dîsa nifir Dîsa sixêf kirin Rondik barand bi salan.. Tu çûyî Kenên te mabûn Di hêlîna dilên me de Tu çûyî Tirs û xof Êş û hesret mabûn Di çavên me de Tu çûyî Dengê te mabû Di dergûşa guhên me de "Dayê ez dimirim ji bo we tu negirî... ez ê rojekê bi klamên Şakiro welatekî azad bînim ji we re negirî dayê negirî..." Ne klamên Şakiro qediyan Ne şer Ne jî girînên dayika min a reben... Helbest:Occo Mahabad
All Rights Reserved
#10
kurdish
WpChevronRight
Join the largest storytelling communityGet personalized story recommendations, save your favourites to your library, and comment and vote to grow your community.
Illustration

You may also like

  • AŞK SEVDA 💘 da GİZLİDİR!
  • Kırık Kalem
  • SEÇME ŞİİRLER
  • Aşk-ı Cefam  (Umudu Astım)   Tamamlandı.
  • Şiir Bir İntihar [ŞİİRLERİM]
  • Gül-Ce-Şiirleri
  • ŞİİRLERİN KIYISINDA
  • Garip'sendim

💗💗💗Seni, baktığını güzel eden kalbinle sevmek istiyorum.💗💗💗 Copyright © Tüm hakları saklıdır. İzinsiz kopyalanması, çoğaltılması, dağıtılması halinde ilgili kişiler hakkında yasal işlem uygulanacaktır.

More details
WpActionLinkContent Guidelines