Heyv Ne Ron E
Başîn e
Başîn e ew çavên te
Başîna arî
Di bayê de serhildêr.
Heke ez kor im
Ji xeynî te kesekê min nîn be
Xirabûyî bim
Can canê min e, xewn xewna min e
Çi ji kê re?
Dê were
Heyv ne ron e...Ji segan birçîtir
Ji maran rûttir
Derb û bela
Hatibim û li ber deriyê te sekinîbim
Ma heye têrnexwarina min?
Ileh û ileh
Hezkirinên min
Mîna hezkirinên min?
Rûniştine nîvîsvan
Firmana min dinivîsin
Heyra were
Heyv ne ron e...Çar aliyê min veşargeha qûndeya
Rûdost
Rûken
Ji çixareya min pê dikeve.
Eniya maçî dikin
Kerr, xayîn, zovî.
Çar aliyê min veşargeha qûndeya
Difitilim difitilim nabos.
Di şevîneke pir xweş de mirina min hatiye
Neke, were
Heyv ne ron e.Ahmed Arif
Wergêr: Rênas Xendekî
Navê Resen: Ay Karanlık
ŞİMDİ OKUDUĞUN
Antolojîya Helbesta Tirkî
PoetryAntolojîya Helbesta Tirkî ji helbestvanên wêjeya tirkî yên wek Ahmed Arif, Nazim Hikmet, Can Yücel û hwd pêk tê. Ji ber bêhntengiyê ev xebat derketiye. Yên bixwazin dikarin qopî bikin, parve bikin, bidin xwendin. Wergêr: Rênas Xendekî