diasporali_

bi xatirê te evîna derewîn|

mankurt1byn

@delininbiri_- nîv û nîv em bibêjin: êş û derewîn
Reply

delininbiri_-

@diasporali_  evîn tevayî derew nîne. Yên kû evînê xwe bişewite î heye ji bo xwestekên xwe.
Reply

diasporali_

Û di dawiyê de, em her du, yekûna evînên ku em jê reviyane ne.
          Kuçikekê birîndar direve li kolanê. Ev du hevdîtin e ku tu nakevî li milên min  û çend milyon sal e te destên min negirtiye.
           Tu bi min re dernakevî vê rêwîtiyê û bes ji ber vê yekê ez dikarim têk bibim|

diasporali_

'
          Ma ku tu niha li vir ba li kêleka wê dotmama xwe û te bi destên xwe çavên wê kil kiriba û te têlek ji porê wê bi tembûra dilê xwe girê bida te bikira stranek her kêliya ku çavê te pê ketiba te bigota û bigota bigota te bigota dotmamê wê jî gotiba pismamo çi hewce bû ku çavên wê li rêya te bê û te jî bêriya wê kiriba
          Ma ku tu niha li vir ba di nava vê biharê û li ser wî girê ku tu lê bû û berê me xalxalok li ser destên xwe bifiranda me ya dilê xwe jê re bigota çi hewce bû tu bêriya xecxecok û gula bikî û tu xweziya xwe bi wan rojan bînî tu tu ji min bêhtir dizanî adar wa tê wê şev dîsa xwe bi agir bişon wê dîsa bajar xwe dîn bikin bi hatina newrozan bi kenên zarokan re
          Ma ku tu niha li vir ba
          çi hewce bû ku tu ji agirê newrozan dûr bî
          û tu li wê derê biqerisî çi hewce bû
          Bi şehîd ji welatê xwe re bêje ez deyndar im heta çi astê heqê vî welatê li te heye teww êca ku tu jê dûr bê dûr be ji Dicle û Firatê
          Ji simbila genim û ji dara zeytûnê
          Ma ku tu niha li vir ba wek mêrxasekî çav ne tirs ba çi hewce bû zimanê te şikestî be
          û tu nikare bersiva xwe bidê
          Dia ji min re bik dia ji min re bike ku ez hin sax im ez ji te re dibêjim lê sibe piştî ku jiyana min biqede wê kê ji te re bêje ma ku tu niha li vir ba belkî li te giran tê
          lê ez neçar im ji te re bêjim
          Ma ku tu niha li vir ba |

diasporali_

Ferhat Merde| Ma ku tu niha li vir ba
Reply