Occo Mahabad Kî ye?

Occo Mahabad bernamenûs, wergêr, helbestvan û nivîskarekî Kurd e.
Occo Mahabad di sala 1977′an de li Wan'ê hatiye dinê. Piştî qedandina zanîngeha
Stenbolê dest bi nivîsandinê dike.
Her weha di kovarên wekî Çîrûsk, Asiva, Pengav de nivîs û helbestên wî hatine
weşandin, dîsa pir malperan de nivîskariyê dike û nivîsên wî hatine weşandin û
belavkirin.
Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîsan amede dike. Pir fîlmên biyanî ji
aliyê Occo Mahabad ve hatine kurdîkirin.
Çend fîlmên ku ji aliyê wî ve hatine Kurdîkirin:
*Malena
*Rabbit Prof-Fence
*The Road to Guantanamo

Herwiha, Occo Mahabad bi xebatên xwe yên teknîkî ve jî tê nasîn. Heta niha gellek
bernameyên kompîturê ji aliyê wî ve hatiye Kurdîkirin. Ji bo standartîzkirina
zimanê teknîkî bi salan e xebatan çêdike. Ji bo fêmkirina jiyana teknîkî e-pirtûkek
jî amade kiriye. Pirtûk bi navê Nivîsên Teknîkî li ser malperan tê belavkirin.
Çend bernameyên kompîturê ku ji liyê wî ve hatine Kurdîkirin:
*WinRAR
*Ccleaner
*Revo Uninstaller

Bi armanca ji bo gel hunereke bêpere albûmeke helbestan çêkiriye
ku navê albûmê Helbestên Dînik e û hemû mafên wî aîdî gel e
albûm li ser înternetê bêpere tê daxistin û guhdarîkirin.

Occo Mahabad bi helbest, werger, nivîs û gotarên xwe yên cur bi cur jiyana me ya
Kurdewarî bi xebatên xwe yên domdar ronî dike.

Pirtûkên wî:
Helbestên Dînik:Weşanên Ava,Adar-2012
Êşên Qehbik:Weşanên Do-2013
Rondikên Binevşê. Weşanên Do - 2016
  • JoinedNovember 26, 2016




Stories by occo mahabad
Şa be by occomahabad
Şa be
Şa be... Ez li nava evîneke bêçare mame şa be şa be te ez kirime xulamê çav û mijangên xwe qet nebe lêvên xwe...
ranking #21 in kurdî See all rankings
Helbestên Dînik  by occomahabad
Helbestên Dînik
helbestên dînik... bedena wê ya spî û spî wekî şîrê spî, bêhna xwe ya beybûnî belav dikir cegera min min dihe...
Mîlîtanek hat kuştin  by occomahabad
Mîlîtanek hat kuştin
Mîlîtanek hat kuştin... Eyy çiyano Eyy bajarno Mîlîtanek hat kuştin ber şevê Kolan bêdeng Erd sar bû Kulîlkek...
ranking #49 in kurdish See all rankings
2 Reading Lists