Ker, Gur û Rovî

81 13 7
                                    

Rojekê rovî birçî ma bû, di çolê de digeriya. Ji nişka ve gur kî bi wî girt û kir devê xwe. Rovî keniya û pesnê Xwedê kir. Gur lê ecêbmayî ma û got:

- Roviyo! Ev çi ken e, ezê niha te bixwim, tu dikenî?

Rovî dîsa keniya û lê vegerand :

- Erê dikenim, ji ber ku tu min bixwî, enê hêvî dikim dirêj mekî, min zûka bixwî, da ez bigehim miraza xwe.

Gur:

- Ku ez te bixwim, tu çawa bigehî miraza xwe?

- Di ciwantiya xwe de min gelek gunehên biçûk û mezin kirine. Êdî bûme pîr, xweşî û nexweşiyên dinyayê jî dîtine. Rabûm çûm cem melleyek, hal û hewalê xwe jê re got. Ew jî ji min re got: "Tu meçî hecê, mala Xwedê tawaf mekî, ew gunehên ku li ser te, ranabin." Xelk pêve dibêjin ku mirov ji dil berê xwe bide mala Xwedê, ji sêlûna dêriya xwe derkeve, li ku derê bimre jî heca wê berdar dibe. Vêca heke tu min niha bixwî heca min qebûl dibe.

Gur, rovî berda û jê re got:

- Tu ji dil diçî hecê?

Rovî dilê gurê tiji kir ku ji dil diçe hecê. Gur jê re got:

- Wekî niha ez bi te re werim hecê, tu yê min digel xwe bibî.

- Erê, û heta wê derê xizmeta te jî bikim.

Gur ket pêşiyê, rovî da pey. Demekî çûn, rastî kerkî hatin, xurm-xurm a wî ye giyayê dixwe. Dema ker gur dît, bû firihîna wî. Rovî lê rabû got:

- Hey tirsoneko, te çi hale, ev mezinek ji heywanan e, berê xwe daye mala Xwedê.

Ker got:

- Ji dil?

- Ma çi, belê ji dil.

- Hûn min jî bi xwe re nabin? Ezê bi rê ve xulamiyê ji.we re bikim.

Ker jî ket nav wan û dan rê... Wext bihare, ker têra xwe giyayê dixwe û avê vedixwe, zikê xwe diçêrîne.

Gur tobedare, tu pezî naxwe, roj bi roj qels û jar dikeve. Rovî jê re dibêje:

- Heyran ez nema derbar dikim, di nêzê de bimrim.

- Ez dizanim tu çi dibêjî lê berê me li mala Xwedê ye, guneh kirî li me naye. Divê em kerê bêxin rêza şerîetê, ev jî karê mine.

Piştî demekê rovî ji ker re got:

- Kero! Te qence ne wisa? Şev û roj tu giya û avê dixwî, vedixwî qet li hevalên xwe napirsî, tu nabînî ev camêra wa ji birçîna dimre.

- Ez çi bikim, dinya ji giyayê tijeye, bila ji xwe re bixwe.

- Kero tu nizanî rawir giyayê naxwin, divê yek ji me rêza şerîetê xwe feda bike. Gora fetwakê divê em salên xwe hesêb bikin, her kî biçûk derket emê wî bixwin.

Her sê rûniştin ku salên xwe bibêjin. Gur ji rovî re got:

- Ero roviyo! Tu çend salî yî?

- Cihê, tu tê de sekinî bî, ji me re zêdeye em mijûl bibin.

Gur:

- Qenc nizanim, lê dayika mina rehmetî digot: "Sala Midyat ava bû, wê salê Xwedê te daye min."

Rovî tiştek bihîst, her du destên xwe li serê xwe da, dest bi giriyê kir û got:

- Axx de birînên min axivandin, wê salê du kurê min ên xort ku simbêla wan avêtibûn ser lêvê wan, her du jî zewicandî û bi zaro, serên we xweş, mirin.

Dora kerê hatibû. Kerê reben di dilê xwe de got: "Ew şêwira xwarina min e, salên wan ji sedan jî bêtir derketin, ker di bin barê de her çend emr bike, ji bîst salan bêtir namîne." Berê xwe da hevalên xwe û ji wan re got:

- Ez jî salê xwe rind nizanim, lê belê tê bîra min ku diya min ji min re gotibû, wextê min tu sol kirî, li ser sola te ya lingê rastê roja zayîna te da nivîsandin.

Gur ji rovî re got:

- Rabe bixwîne.

Rovî rabû ser xwe, ker lingê xwe, ker lingê xwe hilda. Rovî ji dûr ve lê fedkirî, vegeriya hat hinda gur û jê re got:

- Serê te xweş, wê sala ku her du kurên min mirin, çavên min ji giriyê tarî bûne, digel vê jî, elfabeyê latînî ye, ez qet nikarim wê derxînim.

Gur jê re got:

- Ev karê min e, min zehf xwendiye, bi elfabeyê erebî jî zanim, latînî jî.

Rabû ser xwe, xwe nêzîkê kerê kir. Ker lingê xwe hilda, gur bi wê de çû, ker lingê xwe kişand, heta ku gur hat ber kerê.

Ker li navbera her du birihên gurê zirtikek zor da. Her du çavên gurê derketin, mêjiyê wê di guhên wî de avêtin.

Rovî wê dît û keniya, ker ji rovî re got:

- Mirov ne şîna te zane, ne jî şahiya te.

Rovî lê vegerand:

- Tê bîra min ku gur berê xwe dabû mala Xwedê, giriyê min tê. Lê xwendina latînî ya wê tê bîra min, kenê min tê. Mal xirabo ma kengê te Hawar* xwendiye ku herfên latînî dizanî?

Koçerê Botan

Hawar, Hejmar: 12

27 Çiriya-Paşê 1932


------------------------------------------------------

Hawar, di wextê berê de (1932 - 1943), wexta ku nivîsa Kurdî herî pir bi tîpên Erebî dihat nivîsandin, kovarekî bi tîpên Latînî ye. Û ez vê çîrokan ji kovarê Hawarê digrim û wêneyê profîlê min jî wêneyek ji jimarekî kovara Hawar'ê ye :)

Kurdî bixwînin, Kurdiyê fêr bibin, ji ber zimanê xwe nezan nemînin Kurdno! Zimanê dagirkera ji me re ne pêwîste, zimanê me yek pirî xweş heye.

Çîrokên KurmancîWhere stories live. Discover now