Li gundekî xerab de, dîkek hilkişiyabû ser dîwarê xanîkî û bang dida. Roviyek daborî, xwe da ber dîwar û gazî dîkê kir û got:
- Keko, dîko çi dikî vir?
Dîk lê vegerî û got:
- Roviyo ma tu nabînî gundê me xerab nûye. Ez jî bang didim, dixwazim çend gundî û cotkaran bidim hev û gundê xwe ji nû ve ava bikim.
- Heke wilo ye ma tu nizanî ku ez jî cotkarekî karhatî me, de were cihekî nîşanî min bike, ji xwe re koxekî ava bikim û dest bi xebatê bikim.
Dîk qayîl bû, ket pêşiyê, rovî da pey ku herin nik kefxweyê gund ji rovî re erdekî bibijêrin.
Dîk danehatî bû, di ser dîwaran re derbas bibû, diçû.
Gava gihîştin kavilekê, dîk xwe dahilanî deng li kefxwê kir.
Kefwê rabû, rovî dît.
Kefweyê te tajiyekî fêris bû. Rovî baz da, tajî ket pey, da heta qûna wî.
Sibetir rovî dîsa daborî. Dîk ew nas nekir. Çîroka ava kirina gund jê re got.
Rovî kenî û jê re got:
- Bext reşo, dîko, hetanî ku tu kizîrê vî gundê yî û tajî jî kefxweyê wî ye, ev gund tucar ava nabe.
Çîrokbêj
Hawar, Hejmar: 6
8 Tebax 1932
YOU ARE READING
Çîrokên Kurmancî
Historical FictionÇîrokên bi zimanê Kurdî ji bo zarokan û kesên ku hîn zaroktiya xwe nejiye :)