Mîr û Kund

85 14 3
                                    

Di wextê xwe de mîrek ji Cizîr'ê hebû. Gelekî zorker û dil hişk bû. Xelk nikarî bûn zilma wî bişkînin, xwînî bûn û ji welatê xwe derketin.

Cizîra Mîr Şeref mîna deştekê, bê avahî û şênahî ma. Avahiyên Cizîr'ê ji torî û bûman re bûbûn sekan.

Mîr rûjkê, ji ker ve, derketibû gerê. Ji xerabeyê gundekî dadiborî. Du kund li ser dîwarên qavilekî veniştî, diaxiftin.

Yekî ji ê din re got:

- Mamê kund, keça xwe nadî kurê min?

- Ser çavan, lê barê keçika min girane, ditirsim ku tu nikaribî hilgirî.

- Heke behsa qelendê dikî hêsaniye.

Kundê paşîn kenî û ji ê pêşîn re got:

- Ma çawan hêsaniye, hay ji xwe hebe, qelendê keça min beramberê çend gundane.

- Herê, hay a min ji min heye, lê dîsa dibêjim hêsaniye. Ma di welatê me de ji gundan bêtir çi heye? Ma tu nizanî ku welatê Cizîr ji zordestiya mîrê vala bûye, erd û zêvî tevda bê xwedî mane. Tu hema ji min gundan bixwaze her çend bixwazî, ew çend bidim te.

Wekê mîr ev xeber bihîstin, gelek ber halê xwe ket û jûvan bû. Ji wê rûjê ve xwe ediland û êdî zilm ne dikir, digel xelkê xwe dilovan û mûhrivan bû.

Xelk ev bihîstin. Vegeriyan hatin cihên xwe û welatê Cizîr'a Botan ji nû ve ava û şen bû.

Koçerê Botan

Hawar, Hejmar: 10

23 Çiriya-Berê 1932

------------------------------------------------------------

(Xwendevanên hêja, şîrove û dengên ku hûn didin serdeman, ji min re gelek moral bû. Ji bo wê şîrove û dengên we, di serdemê din de çîrokekî dirêj tê. Ji we hemiyan re spas dikim. Bê şîrove nemînin. Bimînin xweşiyê de. :) )

Çîrokên KurmancîWaar verhalen tot leven komen. Ontdek het nu