Mîr û Keşe

117 18 2
                                    

     Rojek ji rojan mîrê Cizîr'ê derketibû gerê. Riya xwe xistibû tora Hevêrkan. Şevek di gundekî Felehan de ma. Di vê gundê de dêrek hebû. Mîr çûbû ziyareta dêrê.

     Ji kêşeyê dêre re got:

     - Ez ê ji te sê pirsan bikim, lê ne aniha, piştî sê mehan û ne li vir, li Cizîr'ê, heke te li wan vegerand ez ê te bikim pitrîq û heke tu nizanî vegerînî ez ê te ji kêşetiyê bixim û gikim dergevanê dêrê.

     Mîr da rê û çû. Kêşe ket texmînan. Kêşe roj bi roj diçilmisî, ji sibehê heta êvarê riha xwe dikir nav destên xwe û vedikşand. Di dilê xwe de digot:

     "Xwedê tu ew Xwedê'yê min ê çak î, ez jî kêşeyê te yê rindim, ev çi belaye ku te aniye serê min, ez ê çawan li Mîr vegerînim?"

     Kêşe xwediyê pez û şivan bû. Halê kêşe diket ber çavê şivanê wî jî. Carekê şivan ji kêşe re got:

   - Bavo, ev çi halê te ye? Ew çi deste daye te? Ji sibê heta êvarê difikirî û ber xwe dikevî, ka bêje xulamê xwe belkî min tevdîrek jê re dît.

     Ji xwe kêşe li yekî digeriya ku derdê xwe jê re bêje. Rabû derdê xwe ji şivanê re got, şivan kenî û got:

     - Ma ev jî tiştek e? Mîr çi dikare ji me bipirse ku em nikarin lê vegerînin? Qet xem mexwe, min bişîne Cizîr'ê ez ê bizanim lê vegerînim.

     Kêşe pê qaîl bû û dilê xwe rehet kir. Sê meh temam bû û kêşe şivanê xwe rêkir Cizîr'ê. Şivan xwe gihand Birca Belek û derket hafa mîr. Mîr bi kêf bû, ji şivan pirsî û got:

     - Kêşe, ka bêje di behrê de çend dilop av hene?

     - Hejmartina dilopên ava behrê gelek hesanî ye. Tenê divêt tu emir bikî ku devên çeman bigrin.

     Mîr keniya û got:

     - Bersivek xweşe. Pirsiyariya diduwa, heke ez xwe bifroşim çend zêr dikim?

     - Bîst û neh (29)

     - Min ew seh nekir ev çi hejmare?

     - Mîrê min tu zanî ku Îsa Pêxember bi sih (30) zêrê hatibû firotin. Herhal qaîl î ku jê bi zêrekî kêmtir bibî firotin.

     Mîr ev jî eciband û jê pirsiyariya paşîn pirs kir:

     - Kêşeo, ka bêje ez aniha di dilê xwe de çi dibêjim?

     - Ez xulam ev ji hemiyan hêsantir e. Aniha tu dilê xwe de dibêjî ku ez kêşe me, ne wisa? Lê ne wilo ye, ez şivanê wî me, kêşe li gunde... :)



Koçerê Botan

Hawar, Hejmar: 9

30 Îlon 1932

Çîrokên KurmancîDonde viven las historias. Descúbrelo ahora