NIZANIM

200 46 51
                                    

NIZANIM
Erê tu hîn nehatî !
Lê nizanim çima ?
Hewesên milwestiya yî
deriyê pêjna te
dîtina te
û kenê te bi melûlî
pelandin û pelandin...
Ji nişka ve
Çêja ramûsanên gulgulî
xwe Li ser lêvên min
helandin
û bêhna canê te
mîna pinpinîkeke lezok
şahiyek berda
nav giyana min
û firiya...
Ji nişka ve
Taya bîrîkirina te
di seqema Payîza sar de
kete hinava min
Û
di kûraniya dil de
hest û nest vejandin
û xunaveke şermok
li ser tena min
dilop..dilop
bi hêminî barîn ...
Erê tu hîn nehatî
Û dibe ku tu neyê jî
Lê nizanim çima
Çima !!!!!
tu nehatî !?

//Gulistan Awaz/
Bilmem şiiriyle aynı anlamdadır😊

DİLOP DİLOPHikayelerin yaşadığı yer. Şimdi keşfedin