CÎNAR

177 41 38
                                    

Ax cînar ax
tu nizanî
Bayê şeva Stenbolê
li berbanê de
bêhna te dize
Wê gavê
ez, cigara xwe û şeva tarî
di nav guftugoyêdane
Guftugoya me
di qala te de ye
Şev,
tu jî dizanî hevalek başe ji bo evîndaran
Şev,
min û bêçarîya min dibîne
Û bêhna te diyarî min dike
Li wê gavê
ez kêfan ve dibim çûk
Cigara min jî pelê xwe geş dike û wekî sterkê di biriqe
Û ez difirim têm li ser berbana te
Bêhna te her diçe pêhtir min gêj dike
Ez carek din jî
li ber çelengiya te
evindare te dibim Cînar
Tu nizanî

DİLOP DİLOPHikayelerin yaşadığı yer. Şimdi keşfedin