Ken Xweşikê Xwîn Şirînê

85 5 0
                                    

Were were şirin canê
Şahiya dila min qurbanê
Min xelas ke wê xopanê
Were min binê imanê

Hûrî diwêm hûrî nîne
Ew dilbera ji dilê mine
Wek mêrga gul û sosine
Ken xweşike xwîn şirîne

Lê lê reşê bi te heme
Dil û cîgerê xwe bi tera me
Diwêm werim te bibînim
Min ji çawên belek şerme

Hûrî diwêm hûrî nîne
Ew dilbera ji dilê mine
Wek mêrga gul û sosine
Ken xweşike xwîn şirîne

Lê keçikê yara teme
Kuda herî bi tera me
Li ser rêyan benda teme
Tu zanî diwanê teme

Hûrî diwêm hûrî nîne
Ew dilbera ji dilê mine
Wek mêrga gul û sosine
Ken xweşike xwîn şirîne

Kayıp Şehir (Bajarê Wenda)...Kayıp Bir Şehrin Hikayesi  (Çîroka Bajarekî Wenda)Hikayelerin yaşadığı yer. Şimdi keşfedin