Ey Mirowê Kêm Mayî

37 5 0
                                    

Ey mirowê li ber sîya mirinê hatî afirandin,
Ey xwedi hovê xwedî ferman,
Ey xwedî xîret û daxwaz û ihtiras,
Carekî serê xwe rake di naw mij û boranê da,
Serê xwe ra ke û bifikire ji dil,
Daxwaz û hestên xwe bîne ziman,
Dest berde ji wî ziman dirêjîya xwe,
Dest berde  ji wê çawsorîya xwe,
Ewan êdî xweli liserê te kirine,
Dest ji wan berde û bifikire,
Ji zarokatiya xwe heya roja îro û heya kû rojên nehatî û heya dawî...
Çawa hatîye û yê wûsa here raste.!
Bila here lê lazime em hinek biceribînin,
Bizane kû ew aqil ne astengîye lê nezanîn herî astengîye,
Bifikire û bizane...
Bizane kû tu ji êşên derewin cûda bî,
Bizane ku tû ji dilgiranîya xwe azad bî,
Bizane ku tû ji hestên xwe yê qirêj paqij û pak bi,
Da kû tû dilê xwe daweşînî ji giranî û westana salan,
Bizane, baş bizane û bi zanînê serê xwe rake û ji nû we derkewe,
Serî hilde ji nûwe reh berde ji xwezayê,
Bi zanayî, bi aqil, bi rumet, bi exlaq şewqa xwe bide jîne,
Baş bizane kû xelasîya te bi tenê bi wî awayîye... /... Kayıp Şehir... /




Kayıp Şehir (Bajarê Wenda)...Kayıp Bir Şehrin Hikayesi  (Çîroka Bajarekî Wenda)Hikayelerin yaşadığı yer. Şimdi keşfedin